Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 33 peyam
mehmûd onder - tirşik
mehmûd onder
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşkêşvanê stêrk tv ye, kedkarekê kurdî ye. kurdîya wî û ûsluba hingî xweş e, gelek kes hijê dikin û dema li ser ekrana xuya nake herkes pirsa wî dike; min deh cara dîtîye bavê min behsa wî kiriye, bavê min jî gelek hijê dike. emrê wî jî mezin e, lê hê jî qarîzmatîk e:
Here lînkê

di vê vîdyoyê de jî berî bultena şevê li hêvîya amadekarîyan disekine lê xwe nagire û kilameka xweş dibêje:




23.10.2016 11:36 ~2018.04.07 18:01 | xendekî

2. mirovek pir rûken bû, xwîna wî şêrîn bû. min ji axaftina wî hez dikir. xwedê rehma xwe lê bike.



31.01.2017 23:09 | simurg56

3. yek ji kedkar û xebatkarên yekem ê televîzyona kurdî ye. di 2016ê de çû ber rehma Xwedê. min îro vîdyoyek dît li ser YouTube'ê de, li ser stêrk tvyê berî ku bimire pê re bernameyek hatiye çêkirin. Mehmûd Onder behsa televîzyongerîya kurdî dike: çawa destpê kirine, biryara vekirina qenaleka kurdî, çawa hewl dane zimanê kurdî yê televîzyongerîyê li gor rê û rêzikên kurdî dirust bikin, ji bo têgehên nûçeyê li kîjan çavkanîyan nihêrîne, zextên li ser tvya kurdî, refleksên xelkê yên li ser tvyê, ji bo peyvên teknîkî li kîjan çavkanîyan nihêrîne, peyva berdevk ji ku derketiye û dîmenên ewil yên tvya kurdî hemû di vê bernameyê de; bernameyek xweş çêbûye:




07.04.2018 18:09 | xendekî

4. Abîdeya dirûstiyê ku nîşan dide çaw hinek dikin û çawa hink dixwin



07.04.2018 18:51 | reşik eyşo

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmûd berazî

Kategoriyên mijarê:: tv tv tv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî